Adam Smith: Em naxwazin Sûrîyeke bêyî Kurdan hebe

Adam Smith: Em naxwazin Sûrîyeke bêyî Kurdan hebe

Endamê Kongrêsa Amerîkayê Adam Smith ragihand ku ew naxwazin Sûrîyeke bêyî Kurdan hebe û divê ew amadekarîyê bikin ku di Sûrîya nû da cihê Kurdan hebe.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Şandeke Kongrêsa Amerîkayê  di bin serokatiya Adam Smith li Herêma Kurdistanê kombûnên xwe yên li gel berpirsên Kurdistanê berdewam dikin.

Kongresmanê Amerîkî Adam Smith di civîneke rojnamevanî ya hevbeş ligel Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî de ragihand ku hevahengî û berdewamîya piştevanîya Amerîka dê Kurd re berdewam be.

Adam Smith amaje kir ew hewl didin di Sûrîya nû  de rola Kurd tê de bihêz be û got: “Hevkarîya me ligel Hêzên Sûrîya Demokratîk berdewam e, û em hewl didin rê li ber careke din derketina DAIŞê bigirin. Nabe DAIŞ careke din li ew navçeyên pêştir lê hebûn derbikeve. Ji bo parastina aramîya navçeyê em ligel hêzên Kurdî hevkarîyê dikin. Em naxwazin Sûrîyeyekê bêyî Kurdan hebe, divê em amadekarîya wê yekê bikin ku di Sûrîya nû de cihê Kurdan hebe.”

Derbara armanca mana hêzên Amerîkî li Sûrîyê de Smith dîyar kir Serokê Amerîkayê şaş e dema dibêje ku tenê armanca wan zevîyên petrolê ye û wiha pê de çû: “Em ne ji bo petrolê li Sûrîyê ne, ti daxwazeke me ya em petrolê ji xwe re bibin nîne, armanca me ew e ku ew dever nekevin di destê DAIŞê de û ew ji petrolê sûdê wernegirin. Girîng e kêlgehên petrolê nekevin destê DAIŞê. Em ne ji bo petrol li wir in, em dixwazin pêwendîyên me bi wê navçeyê re baş be.”

Kongrêsmanê Amerîkî rexne li polîtikaya Trump a Rojavayê Kurdistanê kir û got: “Em piştevanîyê li siyaseta Serok Trump nakin û me li Kongresê biryar da ku piştevanîya hêzên li Sûrîyê bikin û Tirkîyê bê sizadan. Amerîkayê herdem piştevanî li Kurd kirîye û ew piştevanî dê berdewam be.”

Çavkanî: Rûdaw

 

Önceki ve Sonraki Haberler

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.