
Çar karkerên kurd di dema kar de canê xwe ji dest dan
Li bajarê Tewrêz yê Îranê çar karkerên kurd di dema kar de canê xwe ji dest dan.
A+A-
Navenda Nûçeyan- Malpera Hengaw ragihandîye, duhî li devera Şebister ya bajarê Tewrêz yê Îranê, çar karkerên kurd di dema vedana erdê de kendal bi ser wan de ket û canê xwe ji dest dan.
Li gorî agahîyan, du ji wan karkeran xelkê bajarê Bokanê, yek xelkê bajarê Seqizê û yê din jî xelkê bajarê Serdeştê bûne.
Heta niha tenê yek ji wan karkeran hatîye zanîn ew jî Îbrahîm Hemzezade û xelkê Serdeştê bûye.
HABERE YORUM KAT
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.