Emerîka sizayên nû bi ser Îranê ra disepîne
Wezareta derveya Emerîkayê ragihand, hejmareka sizayên nû bi ser Îranê re sapandîye.
Navenda Nûçeyan- Di beyannameyeke îro de, Heyînîyê, wezareta derveya Emerîkayê ragihand, sizayên nû bi ser kerta avakirina Komara Îslamîya Îranê re sepandîye.
Xuya jî kirîye, ew siza hemû wan pirojeyan ji xwe re digire ewên rasterast yan narasterast li jêr kontirola Supayê Pasdarên Komara Îslamîya Îranê daye.
Li gorî beyannameyê, bi nerîna Mayîk Pomêw, wezîrê derveyê Emerîkayê, sepandina van sizayan dibe sedema ku baştir çavdêrîya pirograma navokîya Îranê di warê sivîlî de bê kirin. Herweha mertirsîya belavbûna wê sinûrdar dike û şîyanên Îranê bo pêşxistina karê navokî ji nav dibe.
Li gorî biryara Emerîkayê bo sizayên nû, firotin û veguhaztina kanzayên xav, nîv duristkirî, Giravît, rejî, pirogramsazî û hemû corên borîyn ji Îranê dihên qedexekirin.
Çavkanî: K24
HABERE YORUM KAT
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.