Esed: Xêra Kurdan artêşa Surîyê ket hîn cîyan
Serokê Sûrîyê Beşar Esed ragihand, ku ew tenê ji bo pirsên ewlekarî û leşkerî venagerin deverên di jêr destê HSD de û dê tevahîya desthilata dewletê ser bi wan deveran ve bisepîn in.
Navenda Nûçeyan- Serokê Sûrîyê Beşar Esed ragihand, ku ew tenê ji bo pirsên ewlekarî û leşkerî venagerin deverên di jêr destê HSD de û dê tevahîya desthilata dewletê ser bi wan deveran ve bisepîn in.
Esed dîyar kir:
“Roleke Rûsyayê hebû, ji bo rêkeftina artêşa Sûrîyê ligel grûbên Kurdî, ku nav li xwe dikin – HSD. Babet ne tenê ji bo derbasbûna artêşa Sûrîyê ye, artêşa Sûrîyê tenê ji bo karê ewlekarî û leşkerî derbas nabe. Derbasbûna artêşa tê wateya derbasbûna dewletê ji bo wan deveran û dê bi hemû xizmetguzarîyan derbas bibe.
Ev rêkeftin hatine kirin û em gihan piraniya deveran, lê hin astengî hene. Niha em li ser vê yekê kar dikin, jiber ku pêwendîyên me yên rasterast beriya niha jî ligel wan grûban hebû, û dê her di dawîyê de dewleta Sûrîyê destê xwe deyne ser wan deveran.
Em bi Rusya û Îranê şerekê sîyasî didin. Rusya; projeya Amerîka, Tirkîye û Almanyayê asteng kir.
Têkîlîya piranîya Kurdan bi Surîyê baş e, xêra Kurdan artêşa Surîyê ket hîn cîyan.”
HABERE YORUM KAT
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.