Guterres: Divê Sûrî bi dilê xwe vegerin!

Guterres: Divê Sûrî bi dilê xwe vegerin!

Sekreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî (NY) Antonio Guterres, ji Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan re ragihand ku pêwîst e koçberên sûrî, di çarçova ‘mafên koçberan’ de vegerin bo welatê xwe.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Sekreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî (NY) Antonio Guterres, ji Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan re ragihand ku pêwîst e koçberên sûrî,  di çarçova ‘mafên koçberan’ de vegerin bo welatê xwe.

Berdevkê Sekreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî, Farhan Haq di konferanseke rojnamevanîyê de, derbarê serdana Antonio Guterres a bo Tirkîyê û hevdîtina wî ya li gel Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan de axivî û ragihand ku Guterres, di hevdîtina li gel Erdogan de tekezî li ser girîngîya peywendîyên bihêz û herwiha hevkarîya wî welatî ya li gel NYê kirîye.

Farhan Haq her wiha got ku di hevdîtinê de piştgirî li ser civîna Komîteya Destûra Sûrîyê ku li Cînevê berdewem dike û herwiha bo proseya sîyasî hatîye nîşandan.

Berdevkê NYê ragihandîye ku Erdogan di wê hevdîtinê de, pilanek ji bo vegera koçberên Sûrîyê ji bo welatê wan pêşkêşî Guterres kirîye. Guterres jî destnîşan kirîye ku pêwîst e, vegera koçberan li ser daxwaza wan, ewle û bi rûmet be.

Haq da zanîn, “Sekreterê Giştî, ji Serokomar Erdogan re ragihand ku ji bo lêkolînkirin û gotûbêjkirina pilana Tirkîyê, Komîserîya Bilind a Koçberan a NYê dê tîmekê pêk bîne.”

Çavkanî: Basnews

 

Önceki ve Sonraki Haberler

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.