
li Kerbela xwepêşanderan êrişî konsolxaneya Îranê kirin!
Alaya Îranê avêtin û li dewsa wê ya Iraqê danîn
A+A-
Navenda Nûçeyan-Li bajarê Kerbela yê Iraqê, xwepêşanderên Iraqî êrişî konsolxaneya Îranê kirin, alaya Îranê anîn xwarê û alaya Iraqê li dewsa wê danîn.
Şeva borî jî li gelek bajarên Iraqê xwepêşandan û alozî hebûn.
Li gorî agahîyan, xwepêşanderan li Kerbelayê êrişî konsolxaneya Îranê kirin. Hêzên ewlehîyê nekarîn xwepêşanderan kontrol bikin.
Xwepêşanderan alaya Îranê anîn xwarê û li dewsa wê alaya Iraqê danîn. Di wan alozîyan de kesek hat kuştin û çend kes jî birîndar bûn.
Çavkanî:Basnews
HABERE YORUM KAT
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.