Ahmet Altan hat berdan

Dadgeheke Tirk, di ji nû ve darizandinê de, doh Duşemê biryar da ku rojnamevan Ahmet Altan û Nazli Ilicak, ji ber dema ku ew li zindanê mane, werin berdan.

Navenda Nûçeyan- Dadgeheke Tirk, di ji nû ve darizandinê de, doh Duşemê biryar da ku rojnamevan Ahmet Altan û Nazli Ilicak, ji ber dema ku ew li zindanê mane, werin berdan.

Dadgehê berê cezayê bi dirêjîya jînê li wan her di rojnamevanan birîbû, bi sedema ku wan alîkarîya tora Fethullah Gulen kirine ku Enqerê wî bi plankarîya darbeya leşkerî tawanbar dike.

Altan û Ilicak îdayên hember xwe bi pêgirî red kiribûn.

Dadgehê ji heman dozê herwiha birayê Ahmet, Mehmet Altan jî, paqij kir, bi sedema tunebûna delîlên dijî wî.

Mehmet Altan berê jî girtîgehê hatibû derxistin.

 

Siyaset Haberleri

Bir Türkiye-İsrail savaşı çıkar mı?
ABD Suriye'den askerlerini çekecek mi: Trump'tan açıklama
Ahmet Türk: İki veya üçüncü İmralı ziyaretinde silah bırakma çağrısı gelebilir
‘Demir Yumruk’ Gölgesinde ‘Türk-Kürt Kardeşliği’ - Arzu Yılmaz*
AK Partili Yayman 'PKK'nin silah bırakacağı' tarihi açıkladı!