Berhem Salih: Adil Ebdulmehdî wê dest ji kar berde

Doh roja pêncşêmê fraksîyonên sîyasî yên Iraqê ligel Serokkomarê Iraqê civîyan bo rêçareyekê bo rewşa sîyasî ya Iraqê bibinin. Herwiha alîyên sîyasî yên Iraqê çend biryar standin yek ji wan jî encamdana hilbijartineke pêşwext e.

Navenda Nûçeyan- Serokkomarê Iraqê Berhem Salih ligel 10 serkirdeyên sîyasî û serokên fraksîyonên Iraqê civîya- Nûrî Malîkî, Hadî Amîrî, Mihemed Helbûsî, Felah Feyaz, Reşîd Ezawî jî beşdarî civînê bibûn.

Di dawîya civînê da hate ragihandin ku ew gihiştine wê encamê ku çend guherînan di destûrê da bikin û hilbijartineke pêşwext encam bidin.

Li gorî medyaya Iraqê belav kirîye alîyên sîyasî rêkeftine ku gorankarîyê di yasayan hilbijartinê jî da bikin û hewl bidin çaksazîyên pêwîst bo başkirina rewşa hemwelatîyan encam bidin.

 

Ji alîyê din Serokkomarê Iraqê Berhem Salih aşkere kir wê Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî dev ji erka xwe berde.

Berhem Salih amaje bi wê yekê kir hêzên emnî û xwepêşanderên Iraqê di yek bereyê da bûne û pêwîste rêz li dawakarîyên xopêşanderan bihê girtin. Ew serkutkirinê û tundutîjîyê qebûl nakin. Pêwîste çek bi tenê di destê dewletê da be. Eger çek do destê xelkê da hebe wê demê arîşe durist dibin.

Serkomarê Iraqê Salih aşkere jî kir pêwîste komîsiyona hilbijartina Iraqê bihê guhertin. Berhem Salih da zanîn jî ew ligel hilbijartina pêşwext daye.

Adil Ebdulmehdî amaje bi wê yekê jî kir wê Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî dev ji erka xwe berde û ew li benda alîyên sîyasî ye ku kesekî li şûna Adil Ebdulmehdî destnîşan bike.

Roja înê 25. 10.2019an bi hezaran xelk li Bexdayê û çend parêzgehên din ê Iraqê dijî hikûmetê derketin kolanan û dest bi xwepêşandanan kirin. Xwepêşandan hîn jî berdewam dikin û li çend bajaran di navbera hêzên emî û xelkê medenî da pevçûn rû didin. Di encama wan pevçûnan da herî kêm 100 xwepêşander hatin kuştin û bi hezaran xwepêşander jî birîndar bûne.

 

Çavkanî: Basnews

 

Siyaset Haberleri

Bir Türkiye-İsrail savaşı çıkar mı?
ABD Suriye'den askerlerini çekecek mi: Trump'tan açıklama
Ahmet Türk: İki veya üçüncü İmralı ziyaretinde silah bırakma çağrısı gelebilir
‘Demir Yumruk’ Gölgesinde ‘Türk-Kürt Kardeşliği’ - Arzu Yılmaz*
AK Partili Yayman 'PKK'nin silah bırakacağı' tarihi açıkladı!