Demîrtaş: Kurd, kesên kû mirinê ji wan re rewa kirine, ji bîr nakin

Hevserokê HDP yê berê Selahedîn Demîrtaş bi awayeke nerasterast rexne li CHPyê digre û radigihîne: Divê alîyên piştgirîya şerê rojavayê Kurdistanê kirine daxwazîya lêburînê ji xelkî bikin.

Navenda Nûçeyan- Demirtaş ji Rojnameya Ozgur Polîtîkayê re axivî û di derbarê givaşên li dijî HDPyê û piştgirîya CHPyê bo operasyona dagirkirina rojavaya Kurdistanê de dîyar kir, ku ew van rojan ji bîr nakin. Kurd xulamê ti kesan nîne û divê opozîsyona Tirkîyê, ji ber piştgirîya xwe ya şerê li dijî rojavayê Kurdistanê lêborîn ji xelkî bixwaze. Dema roja wê hat kurd, kesên kû şer û mirinê ji wan re rewa kirine, ji bîr nakin.

Di hilbijartina borî de HDP piştgirîya CHPyê kiribû lê CHP jî piştgirîya operasyona dagikirina rojhilata Firatê kiribû.

 

Siyaset Haberleri

Selahattin Demirtaş: Barış sürecini destekleyeceğim
Cumhuriyet’i Çok Sevmiştim!
Diyarbakır'da Uluslararası Gastronomi Yarışması finalleri yapıldı
TMMOB Elektrik, İnşaat, Makina Mühendisleri Odaları ve Mimarlar Odası’nın Grand Kartal Otel Yangını Raporu Açıklandı
Van Belediyesi’ne şafak operasyonuyla kayyım