Navenda Nûçeyan- Hejmara 11em a Kovara Dilopê hatîye weşandin. Kovarê di vê hejmarê de cih daye nivîsên Fewzî Bîlge, Rohat Alakom, Ahmet Ferît, Roşan Lezgîn, Zeyneb Yaş, Miradê Miradan, Evîn Şikakî, Mehmet Oncuyî yên bi kurdî. Her weha nivîsên Gokçer Tahîncîoglû, Bariş Avşar, Vedat Yildirim, Tahir Şilkan, Sezaî Sarioglû, Mûzaffer Orûçoglû, Sertaç Kayar û Enver Ozkahraman ên bi tirkî jî hatine weşandin.
Li gel van nivîsan, hevpeyvîna Mevlût Ogûzî ya bi Mehmet Bayrakî re û ya Ozlem Ergunê bi Vedat Yildirim, solîstê Bajarê re kirîye jî di nava rûpelên kovarê de derçûye.
Dosyayek li ser “Kurdan û Komarê” hatîye amadekirin
Kovara Dilopê di vê hejmarê de li ser têkilîya di navbera “Kurdan û Komarê” de dosyayek amade kirîye. Navê dosyayê “Nêrîna Komarê li Kurdan, ya Kurdan li Komarê” ye.
Çavkanî: Bianet