Navenda Nûçeyan- Rêxistina çavdêra mafên mirov li Sûrîyê, ragihandîye, çekdarên opozîsyona Sûrîyê li gundê Mabeta yê Efrînê du welatîyên kurd revandin.
Li gorî agahîyên wê rêxistina sivîl, çekdarên han li hember berdana wan kurdan daxwaza dirav dikin.
Ji destpêka dagîrkirina Efrînê ji alîyê Tirkîyê ve, heta niha bi sedan welatîyên kurd hatine revandin, kuştin û îşkencekirin.