Mezlûm Kobanî behsa “rêkeftinek nû” dike

Fermandeyê Giştî yê Hêzên Sûrîya Demorkatîk (HSD), General Mezlûm Kobanî ragihand, HSD û Hevpeymanîya Navdewletîya Li Dijî DAIŞê piştî çend civînan li ser hinek mijaran li hev kirin.

Navenda Nûçeyan- General Mezlûm Kobanî di peyamekê de li ser twîtterê ragihand, ku HSD û Hevpeymanîya Navdewletî ya Li Dijî DAIŞê piştî çend civînan li ser destpêkirina hevkarîya hevbeş li hev kirin.

Mezlûm Kobanî dîyar kir, li gel fermandeyên hevpeymanîya Navdewletî, ji bo têkoşîna li dijî DAIŞê û parastina ewlehîya jêrxanên Rojavayê Kurdistanê li hev kirine û bernameyek hevbeş danîne.

General Kobanî dibêje, ew lihevkirin li gor qonaxa niha ya hesas û pêşhatên nû yên li ser erdê çêbûye.

Çavkanî: Basnews

 

Siyaset Haberleri

Selahattin Demirtaş: Barış sürecini destekleyeceğim
Cumhuriyet’i Çok Sevmiştim!
Diyarbakır'da Uluslararası Gastronomi Yarışması finalleri yapıldı
TMMOB Elektrik, İnşaat, Makina Mühendisleri Odaları ve Mimarlar Odası’nın Grand Kartal Otel Yangını Raporu Açıklandı
Van Belediyesi’ne şafak operasyonuyla kayyım