Netewên Yekgirtî: Li Iraqê êdî dema dîyaloga niştimanî ye

Şandera Netewên Yekgirtî li Iraqê, Jeanine Hennis-Plasschaert ragihand, dema vê yekê hatîye ku diyalogeke nîştimanî li Iraqê bihê encamdan.

Navenda Nûçeyan- Nûnera Neteweyên Yekbûyî li Iraqê, amaje bi rûbirûbûn, alozî û pevçûnên navbera hêzên ewlehîyê yên Iraqê û xwepêşanderan dike û dibêje, tundûtîjî, tenê tundûtîjîyeke zêdetir bi xwe re tîne, û pêwîst e xwepêşandanên aştîyane werin parastin.

Jeanine Hennis-Plasschaert hişyarî da û got, nabe hêrsbûna xelkê kêm bihê dîtin û bi şaşî nirxandin bo wê hêrsbûnê bê kirin.

Ew zêdetirî 11 rojan e ku xwepêşandanên nerazîbûnê li dijî hikûmetê, li bajarên Bexda, Besra, Mîsan, Zîqar, Kerbela, Necef, Dîwaniye, Wasit, Babil û Musenayê berdewam in.

Li gor Komîsyona Mafên Mirovan a Iraqê, ji destpêka xwepêşandanan ve heta niha nêzîkî 300 kes hatine kuştin û zêdetir ji 12 hezar kesan jî birîndar bûne.

Tevî berdewambûna xwepêşandanan, lê rewş li Bexdayê û bajarên din ên başûrê Iraqê hinek asayî bûye û ji ber wê yekê jî hikûmetê astengiyên li ber tora înternetê rakirin.

Li alîyekî din hêzên ewlekarîyê li Bexdayê, ji bo tundtirkirina parastina navçeya Kesk a Bexdayê, pira Ehrar jî li ser hatin û çûnê girtin.

Ew yek di demekê de ye, ku ji çend roj beriya niha ve pirsên Cumhurî û Sînek ji alîyê xwepêşanderên nerazî ve hatine girtin.

Xwepêşanderên nerazî yên Iraqî ew çend roj in ku hewl didin derbasî nav navçeya Kesk a Bexdayê bibin û dest bi ser sazî û dezgehên hikûmetê de bigirin.

Çavkanî: Rûdaw

 

Siyaset Haberleri

Selahattin Demirtaş: Barış sürecini destekleyeceğim
Cumhuriyet’i Çok Sevmiştim!
Diyarbakır'da Uluslararası Gastronomi Yarışması finalleri yapıldı
TMMOB Elektrik, İnşaat, Makina Mühendisleri Odaları ve Mimarlar Odası’nın Grand Kartal Otel Yangını Raporu Açıklandı
Van Belediyesi’ne şafak operasyonuyla kayyım