Navenda Nûçeyan- Îro Parlamentoya Îsraîlê ku wek Knesset tê naskirin, piştî êrîşên Tirkîyê yên ji 9ê Cotmeha derbasbûyî ve, yekem car rewşa Rojavayê Kurdistanê gotûbêj dike.
Li gor medyaya Îsraîlê, Parlamenterê Partîya Şîn û Spî Zîvî Havzer proje-yasayek di vê derbarê de amade kirîye û li ser êrîşa Tirkîyê û piştgirîkirina Kurdan li bakurê rojhilatê Sûrîyê daxwaza helwêstê ji hikûmetê dike.
Di nûçeyên medyaya Îsraîliê de hate gotin ku ligel şermezarkirina êrîşê ji alîyê welatên Yekîtîya Ewropa û Encûmena Nûneran a Amerîkayê ve, heta niha ti helwêstekî fermî ji Îsraîlê nehatîye bihîstin, loma îro ew mijar tê gotûbêjkirin.
Çavkanî: Rûdaw