Navenda Nûçeyan- Ajansa Reuters îro Pêncşemê ji zarê jêderekî HSD’ê û dîdevanekî radigihîne ku hêzên Amerîkî li ser tixubê Sûrîyê û Tirkîyê gerên nobedarîyê pêk anîn.
Karbidestê HSD’ê got ku ew nobedarî wê ne tenê ji bo carekê bin.
Dîdevan jî da zanîn kî alayên Amerîkî li ser maşîneyên zirxîn bilindkirî bû.
Hêjayî gotinê ye ku Serokê Amerîka ferman dabû ku hêzên Amerîkî ji ser sînorê Tirkîyê û Sûrîyê vekişin û di 9’ê Cotmehê de Tirkîyê dest bi êrîşa ser herêmên Kurdan kiribû.