Navenda Nûçeyan- Berpirsê Pêwendiyên Derve yê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrîyê, Ebdulkerîm Saroxan îro li Qamişloyê derbarê êrîşa Tirkîyê ya li ser Rojavayê Kurdistanê de konfernaseke rojnamevanî saz kir.
Ebdulkerîm Saroxan di vê konferansa rojnamevanî de ragihand, Rêveberîya Xweser bi tundî proseya guhertina demografîya herêmê ku artêşa Tirkîyê li navçeyên dagîrkirî yên Bakur û Rojhilatê Sûrîyê pêk tîne, red dikin.
Ebdulkerîm Saroxan dîyar kir, xelkê herêma Bakur û Rojhilatê Sûrîyê îro bi çekên NATO tên kuştin û xelkê herêmê bi awayekê plankirî rastî proseya kuştinê tên, bi awayekê ku kadroyên tîmên tendirsutîyê û tîmên hawarçûnê jî dibin armanca êrîşan.
Berpirsê Pêwendîyên Derve yê Rêveberîya Xweser destnîşan kir, divê Netewên Yekgirtî û welatên cîhanê êrîşa Tirkîyê ya li ser Bakur û Rojhilatê Sûrîyê şermezar bikin û êrîşê bidin rawestandin, û divê rê li rûdana karesatê li navçeyê bê girtin.