Serok Barzanî: Rewşa niha ya Iraqê, ji encama şaşitîyên 15 salan e

Serok Mesûd Barzanî derbarê rewşa niha ya Iraqê de peyamek belav kir û ragihand, pirsgirêkên Iraqê ji encama komkerên çend salên bûrî ye û sedema wê jî vedigere bicihnekirina destûrê.

Navenda Nûçeyan- Serok Barzanî di peyama xwe de nivîsîye: “Di derbarê rewşa sîyasî ya Iraqê û nerazîbûn û xwepêşandana hemwelatîyan de, em gelek dilgiran in ji bo vê rewşa ku hatîye pêş û bi raya me ewê ku niha li holê rû daye, ne ya îro ye belkû encam û komkerên şaşîyên panzdeh salan e. Xelk êş û janeke zêde kişandîye û hemwelatî mafê xwe ye daxwaza xwe hebe û nerazî be. Ji bo wê yekê pêwîst e guh bidin daxwazîyên xelkê û bi tundûtûjî û xwînrêhtinê kêşe çareser nabin.”

Ragihand jî: “Ligel wê de jî yek ji giriftên mezin ên Iraqê bicîhnekirina destûrê ye. Heger destûr wekî xwe hatibûya bicîhkirin, gelek ji wan kêşeyan nedibûn, ku berê û niha jî hene. Ji alîyeke din ve sedema hûrîya rewşa niha yasaya hilbijartine û ji bo nemana sedema giriftan, divê yasaya hilbijartinê bi awayekî bê guhertin ku encamên wê derbirê daxwaza rastîn û dadperweraneya hemû pêkhatan be.”

Di derbarê daxwazîyên li ser guherîna destûrê de, Serok Barzanî dibêje: “Bi raya min, nabe guherîna destûrê bê sepandin yan bi zorê bê û di heman deman de jî nabe guherîna destûr bibe sedema paşvekêşana ji prensîpên demokrasîyê û her wiha paşvekêşana ji mafên gelê Kurd û pêkhatên din. Bi piştrastîyê ve jî sîstema demokrasî zêdetir di berjewendîya xelkê Iraqê de ye neku dîktatorî û hemû guhertinek jî pêwîst e li çarçêweya yasa û mekanîzmên destûrê da be.”

Çavkanî: K24

 

Siyaset Haberleri

Selahattin Demirtaş: Barış sürecini destekleyeceğim
Cumhuriyet’i Çok Sevmiştim!
Diyarbakır'da Uluslararası Gastronomi Yarışması finalleri yapıldı
TMMOB Elektrik, İnşaat, Makina Mühendisleri Odaları ve Mimarlar Odası’nın Grand Kartal Otel Yangını Raporu Açıklandı
Van Belediyesi’ne şafak operasyonuyla kayyım