Navenda Nûçeyan-
Balafirên şer ên Tirkîyê baregeheke Yekîneyên Berxwedana Şingalê (YBŞ) li Komelgeha Xanesorê ya ser bi qezaya Şingalê ve bombebaran kirin.
Peyamnêrê Rûdawê li Şingalê, Tehsîn Qasim ragihand, di encama bombebaranê de 2 kes birîndar bûne.
Peyamnêr diyar kir, ku birîndarên êrîşê bo Nexweşxaneya Sinûnê hatine veguhastin.
Serokê berê yê Encûmena Şeibî ya Xanesorê, Xelef Xudêda jî ji Rûdawê re got, balafirekê baregeheke YBŞê bombebaran kir.
Bi gotina Xelef Xudêda, bi sedema bombebaranê, birîndar hene, lê hêj rewş bi temamî ne zelal e.
Piştî êrîşê, şandeke hêzên Iraqî serdana cihê bombebaran kirin û dest bi lêkolînê kirin.